PDK ji bo diyarkirina namzedê Cîgirê Parlamentoyê diçe Bexdayê

Dîroka Weşanê :
PDK ji bo diyarkirina namzedê Cîgirê Parlamentoyê diçe Bexdayê

PeyamaKurd- Şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo diyarkirina namzedê xwe ji bo Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê û hilbijartina serokê fraksiyona PDKê diçe Bexdayê.

Hate ragihandin ku şanda Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro Yekşemê 28ê Kanûnê êvarî digihîje Bexdayê.

Çavkaniyeke ji Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, serdana şanda PDKê ji bo destnîşankirina namzedê posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoya Iraqê û hilbijartina serokê nû yê fraksiyona PDKê di Parlementoya Iraqê de ye.

Hate diyarkirin, şanda bilind a PDKê sibe li saet 11yê berî nîvroyê bi endamên fraksiyona xwe ya Parlementoya Iraqê re dicive. Beşeke din a serdana şanda PDKê ji bo Bexdayê girêdayî wê yekê ye ku bi aliyên siyasî yên Iraqê re mijara hilbijartina serokê nû yê Parlementoya Iraqê nîqaş bikin.

Parlamentoya Iraqê civîna xwe ya yekem sibe 29ê Kanûnê li dar dixe. Li gorî bernameyê, piştî xwendina çend ayetan ji Qurana Pîroz, para yekê ya civîna parlamentoyê dê ji bo sondxwarina endamên parlamentoyê be. Beşa duyem jî dê hilbijartina Serokê Civata Nûneran û her du cîgirên wî be.

Li gorî siyaseta Iraqê, posta Serokê parlementoyê ji bo Suniyan, Cîgirê Yekem ji bo Şîeyan û Cîgirê Duyem jî ji bo Kurdan e. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Parlementoya Iraqê de herî zêde kursiyên Kurdistaniyan bi dest xistine, lewma jî ew posta Cîgirê Duyem ê Parlamentoyê wekî mafê xwe dibîne. Berê jî namzedê PDKê Şaxewan Ebdila ew post wergirtibû.