PeyamaKurd – Şaredarê berê yên Esenyurtê Prof. Ahmet Özer di ser hesabê xwe yê medya vcivakî yê Xê de ragihand ku ew seredana serokê MHPê Devlet Bahçeli kiriye û di hevdîtinê de axaftinên xweş li ser mijarên rojane kirine. Daxwuyaniya Özer wehaye:
“Min seredana rêzdar Devlet Bahçeli kir û silavên serokê giştî yê partiya me yên Özgür Özel jê re bir. Einstein dibêje; ‘ew pirsgirêkên ku derên pêşberî we, eger hun li ser asta fikra ku we afirandiye bisekinin, hun nikarin çareser bikin.’
Bi salan berê ew pêvajoya ku bi ‘jiber û tirsê’ dihat xwedîkirin, tenê di rêya samîmî, biryardarî û bi camêrî mirov dikare çareser bike. Di vê wateyê de bi sedema desteka wî ya samîmî û bi camêrî ku daye pêvajoyê min sipasiya wî kir.
Ji bo çareseriya zahmetiyan û bo hêviyan neşkênin, kar dikeve ser milê herkesî. Min jê re got; di vê pêvajoyê de çi bikeve ser me, em amadene bikin.
Li ser taybetmendiyên ku destekê raste rast û an di rêyên din de bidin pêvajoyê û li ser dijîtiyan me sohbetekî kûr kir.
Bo aştiya civakê bibe mayînde, divê ti kes di derveyê pêvajoyê de nemîne û bi taybetî di vê çaxê de, ew dorpêça ku li ser CHPê ye, min behsa dawî lê anîna wê û girîngiya wê kir.
Min got ku zêdekirina baweriya bi darazê esase û bo pêvajoya aştiyê bibe ya baweriyê, pêdivî bi avêtina gavên pê bawerbûnê heye.
Me li ser mijarên ku darizandin nebe cezakirin, pêdivî bi daraza bê girtin heye û divê nermbûnekî çêbibe, dest ji tayîna qeyyûman berdin û biryarên Dadgeha Destûrê û yên Dadgeha Navdewletî ya Mafên Mirovan bicîh bînin ku dê ev hemû bibin destek bo pêvajoya aştiyê. Di roja me de kêmbûna baweriya bi darazê bo demokrasiyê û pêvajoya aştiyê zerarê dide û ev aşikâre.
Çaxa ku mirov dest ji dijberiyê berde û hev hembêz bike ye. Pêwiste mirov vê derfetê ji dest bernede û ev derfet bo pirsgirêkên nav Tirkiyê û hem bo aştiya herêmê girîng e. Divê Tirkiye di nav demokrasiyê de pirsgirêkê çareser bike û pêkvejiyanê bicîh bîne.
Bo pêşwaziya wî ya bi qedirşînasî û nezaketa rêzdar Bahçeli sipasiya wî dikim.”