PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê bombebarankirina Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bangeke lezgîn kir.
Rêveberiyê destnîşan kir ku hedefgirtina sîstematîk a nexweşxaneyê "sûcekî şer" e û binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber astengkirina xizmetên tenduristiyê, jiyana bi hezaran sivîl, birîndar û karmendên bijîşkî di xetereyê de ye û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku tavilê midaxele bike.