Serok Barzanî pêşwazî li Serokê AFJ ya li Amerîkayê kir

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî pêşwazî li Serokê AFJ ya li Amerîkayê kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Serokê Dezgeha Aşûriyan a ji bo Dadperweriyê (Assyrian Foundation for Justice-AFJ) ya li Amerîkayê li Sam Dermo kir.

Baregeha Barzanî da xuyakirin, di hevdîtinê de Sam Dermo pesnê rola Serok Barzanî ya di parastin û piştevaniya pêkhateyên olî û neteweyî de da. Dermo, spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştevaniya wî ya ji bo avakirina "Monûmenta Bibîranîna Şehîdên Aşûrî" ku 4ê Çileyê li Sêmêlê kevirê wê yê bingehîn hatibû danîn. Dermo, ev proje wekî pêngaveke "dîrokî" ji bo parastina mîrata Aşûriyan pênase kir.

Serok Mesûd Barzanî, ji aliyê xwe ve piştevaniya xwe ya berdewam ji bo Aşûriyan û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê dubare kir. Herwiha diyar kir ku ji serdemên Şêx Evdilselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî û vir ve, wekhevî, dadperwerî û parastina mafên netewe û olan di navenda xebat û ramanên wan de cih girtiye.

Serok Barzanî tekez kir, Herêma Kurdistanê dê her dem wekî mînaka pêkvejiyanê bimîne û cihê hemû pêkhateyan tê de parastî ye.

Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî ya Iraqê, guherînên li deverê û geşedanên herî dawî yên navdewletî gotûbêj kirin.