Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Sera ji bo êrîsa terorîstî sersaxî ji Trump re xwest

Dîroka Weşanê :
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Sera ji bo êrîsa terorîstî sersaxî ji Trump re xwest

PeyamaKurd – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ji bo mirina leşkerên Amerîkî di êrîşa li Palmîrayê de peyamek sersaxiyê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re şand.

Ehmed Şera derbarê êrîşa terorîstî ya ku di 13ê Kanûnê de li dijî leşkerên Amerîkî li welêt pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Sûriyeyê, di telegramê de hat gotin ku Sûriye bi malbatên leşkerên ku canê xwe ji dest dane û birîndar bûne re hevxemiyê nîşan dide.

Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku Sûriyeyê bûyer şermezar kir û pabendbûna xwe ya ji bo parastina ewlehî, aştî û aramiya welêt tekez kir.