Tîma nivîsandina raportê ya Komîsyonê wê bicive

Dîroka Weşanê :
Tîma nivîsandina raportê ya Komîsyonê wê bicive

PeyamaKurd – Tîma nivîsandinê ya Komîsyona Pêvajoyê ya ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de li Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) hatiye damezrandin dê roja Sêşemê bicive.

Li gorî nûçeyek ANFê, tîma nivîsandinê dê roja Sêşemê, 6ê Çileya 2026an, saet 15:00an de li TBMMê, di bin serokatiya Meclîs û Serokê Komîsyonê Numan Kurtulmuş de bicive.

Hat gotin ku di civînê de wê danûstandina nêrînan li ser rapora hevbeş, ku niha tê amadekirin, hebe û pêvajoya nivîsandina raporê dê were nîqaşkirin.

Tîma nivîsandinê ya komîsyonê ji Cengiz Çiçek, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM); Feti Yıldız, Cîgirê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP); Murat Emir, Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP); Bulent Kaya, Serokê Koma Partiya Rêya Nû; û Abdulhamit Gul, Serokê Koma Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) pêk tê.