PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzincî, vekirina rêya du-şerîdî ya Hewlêr-Gomespanê wekî pêngaveke mezin a tenduristiyê pênase kir.
Berzincî diyar kir ku ev proje ne tenê avadaniyek e, belê bi rasterast bandorê li ser kêmkirina mirin û birîndarbûna welatiyan dike.
Wî destnîşan kir ku ev rê, ku Hewlêrê bi Silêmaniyê ve girêdide, êdî ji bo welatiyan bûye "karwanê selametiya tenduristiyê".
Dr. Saman Berzincî bal kişand ser rewşa berê ya vê rêyê û got:
Berê ev rê wekî 'rêya mirinê' dihat nasîn. Rojane ajokar rastî karesat û bûyerên trafîkê dihatin ku dibûn sedema mirinê, kêmendamî û felcbûna welatiyan."
Bi nûjenkirina vê rêyê li gorî standardên navneteweyî, metirsiya li ser jiyana şofêr û rêwiyan bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Wezîrê Tenduristiyê spasiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî kir ji bo îrade û vîzyona wî ya di warê avadaniya jêrxaneyê de. Wî got ku ev projeyên stratejîk rasterast dibin sedema "dirêjkirina temenê hemwelatiyan" bi rêya kêmkirina rîskên li ser rêyan.
Rêya Hewlêr-Gomespanê ku duh 24ê Sibata 2026an hat vekirin, wekî yek ji projeyên herî giring ên kabîneya nehem tê hejmartin ku di demeke rekord de hatiye temamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin