Kilicdaroglu nameya sersaxiyê ji Esed re sand

Kilicdaroglu nameya sersaxiyê ji Esed re sand

PeyamaKurd – Serokê Partiya Komarîya Gel (CHP) ya Tirkiyê Kemal Kilicdaroglu, ji ber sedema felaketa mezin a erdheja 6ê Sibatê ku bandoreke mezin li Sûriyê jî kiriye, nameyeke sersaxiyê ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re şand.

Di nameya Kilicdaroglu de behsa erdheja 6ê Sibatê li Tirkiye û Sûriyê ji ber mirinên zêde êşeke mezin bi xwe re aniye tê kirin û tê gotin, “Nêzî 15 roj in serdana herêma erdhejê dikim û hewl didim bibin derman ji gelê xwe re. Dixwazim hûn jî bizanin ku windahiyên welatê me û yê gelê cîran Sûriyeyê di dilê xwe de hîs dikim.”

Herwiha Kilicdaroglu di nameyê de, bal kişandiye êş û xema hevpar a herdu welatên cîran û sersaxî li Esed kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin