Serok Barzanî ji bo malbata Esed Sêxulîslamî peyameke sersaxiyê wesand

Serok Barzanî ji bo malbata Esed Sêxulîslamî peyameke sersaxiyê wesand

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta koça dawiyê ya kesayetiya akademiye û navdarê bajarê Sine û damezrênerê Beşa Fîqhî Şafihî li Zanîngeha Tehranê Dr. Esed Şêxulîslamî, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Dr. Esed Şêxulîslamî kurê Seyid Ebdulezîz Şêxulîslamî ye, ji malbateke navdar a zanistê li bajarê Sinê ye, xwendina xwe ya seretayî li Sinê kiriye û piştre li Tehranê li dîploma di ziman û edebiyata Farisî ji Zanîngeha Tehranê wergirtiye.

Dr. Esed Şêxulîslamî di sala 2019an de bi boneya 60 salan ji xizmeta zanist û fiqhê, medelyaya rêzlêgirtinê ji Zanîngeha Tehranê wergirtibû. Duhî roja (01.02.2020) di temenê 89 saliyê koça dawiyê kiribû.

Serok Barzanî di peyama de nivîsiye:

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û navdarê bajarê Sine û damezrênerê beşê Fîqhî Şafîî li Zanîngeha Tehranê, Dr "Esed Şêxulîslamî" gihîşt me. Serxweşiya xwe pêşkêşî malbata xwedê jêrazî Dr Esed Şêxulîslamî û hemû dost û nasên wan û hevkarên xwedê jêrazî li Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha Kurdistan û xelkê xweşdiviyê bajarê Sine dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin