Borrell: Divê ji bo wî welatî, pistgiriya lezgîn a leskerî bê kirin

Borrell: Divê ji bo wî welatî, pistgiriya lezgîn a leskerî bê kirin

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, bang li rêberên Yekîtiya Ewropayê kir ku di veguhestina çekên giran ên ji bo Ukraynayê de ku tanq jî di nav de ne, bilezînin.

Josep Borrell, di axaftina xwe ya li 59emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munihê ya li Almanyayê de axivî û da zanîn ku divê ew di demeke herî kurt de piştgiriya xwe ya leşkerî ya ji bo Ukraynayê zêde bikin û bilezînin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Hemû rêberên Ewropayê duh li vê derê gotin ku Rusya nikare di vî şerî bi ser bikeve, divê Ukrayna bi ser bikeve. Ji ber vê yekê em ji gotinan derbasî rastiyan bibin û piştgiriya xwe ya leşkerî ji Ukraynayê re bilezînin. Ji ber ku Ukrayna di warê cebilxaneyên berdest de di rewşek xeternak de ye.”

Borrell bal kişand ku divê bêyî ku li benda qedandina destkeftiyên nû yan bernameyên kirîna hevpar ên Ewropî bin, pirsgirêk "di nav hefteyan de" bê çareserkirin û got,

"Divê em tiştên ku di destê me de ne, yên ku dewletên endam hene bikar bînin. Her kes dizane ku ji bo serkeftina şerekî, şerê klasîk, pêwîstî bi tanqên şer heye. Hûn nikarin vî şerî bêyî van çekan bi ser bixin. 

Nêzîkî 10 meh divê ku leşkerên welatekî Ewropî guleyek obusê ya 155 milîmetre bikirin. Nêzîkî salek. Nêzîkî 3 sal ji bo kirîna moşekek hewayî. Ev ji bo tiştê ku em îro tê de dijîn ne guncaw e. Ji ber ku em li gorî rewşa ku tê de dijîn ne guncaw in."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin