Erdogan: Em ê demografiya bajarê Entabê biparêzin

Erdogan: Em ê demografiya bajarê Entabê biparêzin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî li bajarê Entabê (Dîlok) seredana bajarê ji konteyniran ya ji bo mexdûrên erdheja Maraşê kir, daxwuyanî da û weha got:

“Em ê nasnama Entabê ya Dîrokî û demografiya wê biparêzin û înşallah bi xwurtî ava bikin. Di nav meha pêşiya me de 18.544 xanî li bajarê Entabê û bi temamî 200 hezar xanî ava bikin û qazma ewilî di meha pêşiya me de lêxin. Em ê 9.130 xaniyên gundan ava bikin û teslîmî xwediyên wan bikin.

Ji bo êşa parvekin û xebatên ji bo erdhejê bişopînin, em weke îttîfaqa Cûmhûr li vê derê ne. Di 6 ê sibatê de her dû erdhej bandorê zêde li Nurdaxiyê, Entabê û Îslahiyê kirin. Rehma Xwedê li miriyên me be. Me hemû derfetên xwe ji bo erdhejê seferber kir. Her çendîn şertên hewayê û firehbûna seha erdhejê, di serî de hinekî ber li xebatên me girtin jî, me karibû zahmetiyan li pey xwe bihêlin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin