PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Amerîka (Pentagon) Mark Esper, ragihand ku heger hewce bike ew dikarin hêzên din jî bişînin Sûriyê û got, ew di şerê dijî DAIŞê de bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re di nav hevkariyeke nêzîk de ne.
Esper li ser pirsa, ‘Hêzên li Sûriyê têr dikin gelo?’ got ku ‘Hizir dikim ku bes in. Heger hewce bike emê hêzên nû jî bişînin”.
Esper herwiha li ser Tirkiyê jî da xuyakirin ku Tirkiyê xwe xistiye rewşeke dezavantaj ku îhtimal e ji NATOyê dûr dikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin