Yekîtiya Ewropayê ambargoya ser komira Rûsyayê rakir

Yekîtiya Ewropayê ambargoya ser komira Rûsyayê rakir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ambargoya ser hinardekirina komira rûsî bo welatiyên sêyemîn sivik kir ku êdî ti astengiyek ji bo veguhestina komira rûsî nayê derxistin.

Li gorî sererastkirina rênimayên dorpêçên ser Rûsyayê ya Komîsyona Ewropayê, êdî di sewqiyata komira rûsî bo welatên sêyem astengî nayên derxistin û wê Ewrpo ji bo wê piştevaniya fînansman û sîgortayê jî bide.

Hatiye diyarkirin ku wê dorpêçên YEyê yên ku ji ber şerê Ukraynayê li ser Rûsyayê hatine sepandin, li gorî rênimayên nû li gorî ku zirarê nedin ewlekariya enerjî û xurekê hatine sererastkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin