PeyamaKurd - Di dema 24 saetên dawiyê de 24 serbazên artêşa Sûriyê û 80 çekdar hatine kuştin.
Serokê Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li Sûriyê belav kiriye, ku ji encama şerên li her yek ji Idlib, Hema û Helebê di dema 24 saetên dawiyê de 24 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin û zêdetirî 20 serbazan jî, birîndar bûn e.
Serokê wê Navendê eşkere kiriye, ku artêşa Sûriyê êrîşên grûpên tundrewan rawestandin e û 80 çekdar jî, kuştin e.
Di çend rojên derbasbûyî de, rejîmê ji bo kontrolkirina deverên di destê grûpên çekdar de, êrîşên xwe berfereh kirin e û bi alîkariya firokeyên Rûsyayê jî, êrîşên xwe biser grûpên çekdar tund kirin e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin