PeyamaKurd – Bi fermana parêzgariya bajarê Xarpêtê yê bakurê Kurdistanê, 2 kamyonên alîkariyê yên Şaredariya HDPê ya Erxeniya Diyarbekirê ku bo lêqiwimiyên erdhejê hatibûn şandibûn, hatin astengkirin û polîsan ew paşde vegerandin.
Şaredariya navçeya Erxenî ya Amedê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye, 2 kamyonên alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê şandin Xarpetê.
Polîsan di ketina bajêr de her 2 kamyonên alîkariyê rawestandin û paşve vegerandin. Hat zanîn ku bi fermana Parêzgariya Xarpêtê destûr nehatiye dayîn ku ew kamyonên alîkariyê bikevin bajêr.
Polîsan diyar kiriye ku ew di çarçoveya fermana parêzgariyê de rê nadin wan kamyonan bikevin bajêr û ji derveyî alîkariyên tîmên AFADê ti alîkariyên din nayên qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin