PeyamaKurd – Ermenistanê 4 treylerên alîkariyê ji bo herin Lubnanê, ji deriyê sînor yê Alican a Ixdirê ketin nav axa bajarê Ixdirê. Heman derî ji bo alîkariyên herin Sûriyê jî di sala borî de vekiribûn.
Hukumeta Ermenistanê biryara alîkariya ji bo Lubnanê di 11ê Hezîranê de dabû. Plana alîkariyê ji bo 12-22yê Hezîranê hatiye kirin û 4 treyler jî yên posta yekemin ku ji Ermenistanê herin Lubnanê.
Bi konwoya treyleran re, polîs û cendirme rêberiyê dikin.