PeyamaKurd – Dezga AFAD û Heyva Sor (Kızılay) ya Tirkiyê 730 ton alîkariya mirovî şandin Lubnanê lîmana Beyrûdê. Wezîrê Lubnanê yê geşepêdana îdarî Fadi Mekkî jî sipasiya Tirkiyê û hukumeta Tirkiyê kir.
Di nava alavên alîkariya şandiye de 7 hezar û 200 ton çadir, xida û alavên hewandinê û paketên hîjyenê hene. Alîkariyên Tirkiyê şandine teslîmê komita bilind ya alîkariyê ya Lubnanê kirine.
Tê plankirin ku alîkariya Tirkiyê şandiye Lubnanê di wexte ka kurt de teslîmê ew malbatên ku ji ser ciyên xwe rabûne bikin.
Di merasima qebûla an ku teslîmkirina alavan de balyozê Tirkiyê yê Lubnanê Murat Lütem, wezîrê Lubnanê yê karên civakî Hanin es-Seyyid, wezîrê Lubnanê Fadi Mekki, sekreterê giştî yê komita alîkariya Lubnanê Bassam Nabulsi û gelek dawetkiriyên din hebûn.
Di şerê Lubnanê de bi taybetî yên ji deverên Hîzbûllahê derketine li dora 1 mîlyon kesiye.