PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeya Eyyubiyê, du pismamên hev bo xwe hînik bikin ketina çuha avê ya DSİ yê. Yê bi navê İmam Erkan (8) di avê de fetisî û Ali Erkan (9) jî wenda ye.
Her du kurmam di serî de muddeyekî avjeniyê kirin lê paşî ketin ber pêlên avê û wenda bûn. Mirovên wan agahiyê dan cendirmeyan û tîmên tenduristiyê. Cendirme ji tîmên polis yên noqavê hawarê xwestin.
Polîs dest bi xebata dîtina wan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin