PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê li ser rêya Tetwan û Bedlîsê, li devera gundê Belûh (Alacabük) 2 treylerên ku ji kontrola ajotvanan derketin bi serî li hev ketin.
Piştî qezayê agir bi her dû treyleran ket û kesên di treyleran de bûn şewitîn û can dan. Di her treylerekî de ajotvanekî hebû.
Li ser qezayê ambûlans, îtfaiye û tîmên cendirmeyan çûn ciyê qezayê. Piştî wextekî karibûn agir vemirînin û cesedan ji treyleran derxin û cesedan bibin morgê.
Sedema qezayê bi temamî nehat zanîn lê li serê xebatê dikin.