206 kesên din bi koronayê ketin

206 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de 206 kes bi vîrusa koronayê ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dae.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawî de, li Herêma Kurdistanê 5 kesan can daye û 206 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Herwiha hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 47 kesan û ya pêketiyan jî bûye Hezar û 307 kes ku Hezar û 16 kes jî baş bûne.

Di daxuyaniya 14ê Hezîranê de hatiye ragihandin ku li Hewlêrê 37, li Silêmaniyê131, li Germiyan 14, li Raperînê18 û li Helebceyê jî 6 kesên din bi koronayê ketine.

Li gorî daxuyaniyê li parêzgeha Duhokê îro ti haletên nû yên tûşbûna koronayê nehatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin