PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li eyaleta Oyo yê di encama êrîşa birin ser zîndanê de 575 mehkûm firar kirin. Berdevkê zîndana eyaleta Oyo yê Olanrewaju Anjorin, ji bo çapemeniyê ragihand ku kesên nasnameya wan nediyar do bi şev êrîş birine ser zîndana li devera Abologoyê û 837 mehkûm firar kirine.
Piştî êrîşê ji 837 mehkûmên ku firar kirine ji wan 272 firar hatine girtin û ji bo girtina 575 firarên din dixebitin da wan bigrin. Di êrîşê de gelek kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin