PeyamaKurd - Biryare sibe (01.10.2019) li binkeyê serekî yê Tevgera Gorran li bajarê Silêmaniyê aliyên siyasî dê bicivin û du biryarên giring dê bidin.
Endamê politburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkes Qadir ragihand, sibe aliyên siyasî ku rêkeftin bo beşdarbûna lîsteya ‘’Hevpeymaniya Kurdistanê’’ bo helbijartinên encûmena parêzgehên ıraqê dane, li binkeyê Gorran ê li bajarê Silêmaniyê dê bicivin.’’
Herwiha diyar kir ku di civînê de biryara dawî derbarê logoya hevpeymaniyê û serokê lîsteyê bo helbijartinên encûmena parêzgehan dê bê dayîn.
Bêkes Qadir got: ‘’Li du civînên pêş de biryarên giring û baş hatin dayîn, alî li ser piraniya karê hevpeymaniyê rêkeftin. ‘’
Herwiha dibêje, divê zû serokê lîsteyê û logo bê zelal kirin, ji ber dem pir kêm maye li pêş aliyên siyasî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin