PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwaneke din ya alîkariyên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke din a leşkerî ku ji 50 barhilgirên kelûpelên leşkerî û lojistîkî pêk dihat derbasî herêmên jêr kontrola HSDê yên li Rojavayê Kurdistanê kir.
SOHRê da xuyakirin ku 50 barhilgir di deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî herêmên HSDê bûn ku ji tanker û otombîlên leşkerî pêk dihatin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka sala 2020an ve, Hevpeymaniya Navdewletî nêzîkî 300 TIR alîkariyên leşkerî derbasî herêmên HSDê yên Rojavayê Kurdistanê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin