Ji NY bangewaziya Idlibê: Derhal bidin rawestandin

Ji NY bangewaziya Idlibê: Derhal bidin rawestandin

PeyamaKurd – Di demeke ku şer û pevçûnên navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de gur bûne û pêşveçûna rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê berdewam dike, Neteweyên Yekbûyî (NY) banga bilez rawestandina şer kir.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephane Dujarric, nîgeraniya xwe ya derbarê rewşa Idlibê de bi zarê Sekreterê Giştî Antonio Gutkerres anî ziman û banga derhal rawestandina şer û pevçûnan kir.

Dujarric wiha got: "Sekreterê Giştî ji gurbûna tevgerên leşkerî li bakurê rojavayê Sûriyê nîgeran e û banga derhal rawestandina şer dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin