Dadgeha Federalî serlêdana YNKê ya rawestandina civînên Parlamentoya Kurdistanê red kir

Dadgeha Federalî serlêdana YNKê ya rawestandina civînên Parlamentoya Kurdistanê red kir

PeyamaKurd -

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê daxwaza ji bo rawestandina karûbar û civînên Parlamentoya Kurdistanê red kir.

Ev doz ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû (Naway Nwe) ve bi awayekî hevpar hatibû vekirin.

Her du aliyên siyasî daxwaza betalkirina encamên civîna 4ê Mijdara 2026an a parlamentoyê û rawestandina rêkarên yasayî dikirin.

Lê belê Dadgeha Bilind a Federalî biryar da ku ev daxwaza tedbîra lezgîn neyê qebûlkirin û pêvajoya karê parlamentoyê wekî xwe berdewam bike.