Di mehekî de 378 endamên Boko Haramê hatin kustin

Di mehekî de 378 endamên Boko Haramê hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê di encama operasyonên artêşa dewletê de ji rêxistina Boko Haramê di nav meha dawiyê de 378 endamên wê hatin jinavbirin.

Di derbarê operasyonê de rêvebirê operasyonên artêşê yê medyayê general Benard Onyeko ragihand ku artêşê di navbera 2-30 yê êlûnê de li hemberê Boko Haramê operasyon kiriye. Onyeuko got ku di operasyonan de 85 endamên Boko Haramê û 293 çeteyên çekdar hatine kuştin. Di operasyonan de 2.783 endamên Boko Haramê teslîm bûne û 90 endamên çeteyan hatine girtin.

Boko Haram ji sala 2015 an heya niha di nav sînorên dewletên cîran yên weka Kamerûn, Çadê û Nîjerê de gelek êrîşan kiriye û di êrîşên Hewza Çadê de herî kêm 2 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin