PeyamaKurd – Ji parlementoya Iraqê 81 parlementer nameyekî îmze kirin û ji serokwezîrê Iraqê ji Muhammed Şiya es-Sudani re şandin. Di namê de xwestin ku ji bo pirsgirêka mehaneyên Herêma Kurdistanê çareser bibe, wezaretên maliye û plandananê bên wezîfedarkirin û mehaneyan di ser hesabê bankayan de her meh bê dayîn.
Di nameyê de hat gotin ku çend mehe xebatkarên Herêma Kurdistanê mehaneyên xwe nestendine û şertên jiyana wan xerabe. Her weha xwestin ku hukumeta Iraqê ferqê nexe navbera xebatkarên Kurdistanê û Iraqê.
Ji bo mehaneyên xebatkarên Kurdistanê divê mehane 920 heya 940 milyar dînar bidin. Berê ji petrola Kurdistanê ya îxrac dikirin, perê jê dihat mehane 700 milyar dînar ji bo mehane yên xebatkarên Kurdistanê vediqetandin. Lê piştî biryara dadgeha Parîsê îxracata petrola Kurdistanê rawestiyaye û divê ew mişqdar jî ji Bexdayê bi Kurdistanê here.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin