YNK: Me bi PDK ê re civîneka bas kir

YNK: Me bi PDK ê re civîneka bas kir

PeyamaKurd- Ev demeke bi taybetî piştî hilbijartina serokkomarê Iraqê, navbera her dû partiyan ya PDK û YNK ê sar bû. YNK û Berhem Salih bê ku şêwra xwe bi PDKê re bikin, bi parlementer û partiyên Ereb re hevkarî kirin û serokkomariya Iraqê kirin para xwe. Li ser vê mijarê PDK ê aciz kirin lê PDK bo yekîtiya Kurdan xerab nebe, gelek caran bêdeng man.

Îro li payîtext Hewlêrê piştî civîna navbera her dû partiyan ya PDK û YNK ê, berdevkê YNKê Sa’dî Ahmed Pîre ku hem endamê polîtburoya YNKê ye, bo çapemeniyê ragihand ku wan civîneka gelek baş kirine, di vê civînê de behsa parvekirina wezaretan jî nekirine û mijar bêhtir li ser xebata hevpar bûye. Pîre weha got:

“Civîna îro bo nehêlana wê dilsariya ku di dema berê de, di navbera PDK û YNKê çêbû, destpêkeka gelek baş bû.”

Di civîna îro de her dû partî, heyeteka PDKê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de û ya YNKê di bin serokatiya Kosret Resûl Elî de li Hewlêrê civiyabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin