Sûriye | 1200 sivîlên asê mabûn hatin rizgarkirin

Sûriye | 1200 sivîlên asê mabûn hatin rizgarkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi sedan kesên li herêma Dêrazorê ya Sûriyê, ji ber şer asê mabûn rizgar kir û ew birin cihên bi ewle.

HSDê ragihand, 1200 kesên sivîl ên ji bajarokê Hecînê yê Dêrazorê ku ji ber şer asê mabûn, ji aliyê şervanên wan ve hatine rizgarkirin.

Hat zanîn, piraniya kesên hatine rizgarkirin, jin û zarok in û ew birine cihên bi ewle.

Li Hecînê şerê di navbera şervanên HSDê û terorîstên DAIŞê de ev çend roj ni berdewam dike û li gor ragihandinan hêzên HSDê bi pêşde diçin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin