Demirtas bersiva dadgehê da: Ez ceza û gefên we nas nakim!

Demirtas bersiva dadgehê da: Ez ceza û gefên we nas nakim!

PeyamaKurd - Piştî ku dadgeha cezayê giran a Stenbolê li ser Selahattîn Demirtaş 4 sal 8 meh ceza sepand û biryara tehliyekirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) vala hat derxistin, Demirtaş li ser twitterê bi rêya parêzerên xwe daxuyanî da.

Demirtaş biryara dadgehê wekî biryareke bi fermana deshilatiya siyasî nirxand û got, “Ez pênaseyê li vî cezayê ku daraza dibin emrê deshilatdariyê de daye û gefên wan nakim.”

Demirtaş herwiha got, “Erê hûn min û hevalên min bi awayekî serketî heps dikin, lê hûn hemû tiştên mayî jî winda dikin. Ev du sal in em di hûndir de ne, em wekî HDP mezin dibin û hûn jî piçûk û belengaz dibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin