Rûsya li dijî cezakirina Îranê derket!

Rûsya li dijî cezakirina Îranê derket!

PeyamaKurd - Balyozê Rûsya yê li Washingtonê Anatoly Antonov li dijî dorpêç û cezayên Amerîkayê yên bi ser Îranê de derket û got, ti bingehên qanûnî tune ne ku cezayên navneteweyî li ser Îranê bêne ferzkirin.

Antonov got ku  Rûsya, wê li dijî hewldanên Amerîka yên ferzkirina cezayan li ser Îranê derkeve û diyar kir, ne mafê Amerîka ye ku bendên biryara Konseya Ewlekariyê ya jimara 2231 bisepîne, ji ber ku ji lihevkirina Nuklerî vekişiyaye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ragihandibû ku Amerîka wê rakirina qedexeya li ser Îranê bi her awayî asteng bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin