PeyamaKurd – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navdewletî (HRW) bang li Tirkiyê kir ku hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, di çarçoveya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2018an de, demildest were berdan.
HRWê bi daxuyaniyekê ragihand, “Girtina Demirtaş û 8 parlamentarên din ên HDPê ya çar sal berê, destpêka êrîşên berdewam ên li ser HDPê bû.”
Di daxuyaniyê de, biryara DMMEyê hat bibîrxistin û hat gotin, azad nekirina Demirtaş nîşaneya bandora rasteqîn a siyasetê li ser erkên dadweriyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin