Sanda Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê gihîst Hewlêrê

Sanda Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Ebdulxaliq Telet eşkere kir ku îro 19ê Hezîranê roja Yekşemê şandeke hevbeş a Wezaretên Berevanî û Navxwe û Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bi serdanekê gihîştiye Hewlêrê.

Hat ragihandin ku Şanda Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî zanyariyan, wê şanda hevbeş ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û rayedarên payebilind ên ewlehî û serbazî yên li her du Wezaretên Navxwe û Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin