Li Kalîforniyayê ji ber sewatê 100 hezar kes hatin tehlîyekirin

Li Kalîforniyayê ji ber sewatê 100 hezar kes hatin tehlîyekirin

PeyamaKurd - Li eyaleta Kalîfornya ya Amerîkayê ku agir bi daristanê ketibû, heta niha 100 hezar kes ji warê koçber bû û hatin tehliyekirin.

 Li gorî zanyariyan ji ber bayê zêde, agir bi awayekî bilez belav dibe û gelek mal û milkên xelkê şewitîne û metirsiyeke zêde ya canî li ser xelkê deverê çêbûye.

Hat ragihandin ku heta niha 100 hezar kes ji herêma şewatê hatine tehlîyekirin.

Li eyaleta Kalîfornyayê di nav 10 mehên borî de 8 hezar û 500 bûyerên şewatên daristanan rû dane û tenê îsal zêdetirî milyarek û 808 milyon dolar zirar gihîştiye eyaletê ku 31 kesan jî di can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin