PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, îro 19ê Tebaxê di pêwendiyeke telefonî de li ser asayîbûna pêwendiyên herdu welatan û mijarên herêmî axivîn.
Nava vê hefteyê yekem car piştî 10 salan, normalbûna pêwendiyên herdu welatan hatibû ragihandin û biryar hatibû dayîn, Îsraîl û Tirkiyê balyozên xwe yên Enqere û Tel Avîvê bişînin.
Hat diyarkirin ku di pêwendiya telefonî de Erdogan, tayînkirina balyozên herdu welatan wekî gaveke girîng a êrênî di pêwendiyên Îsraîl-Tirkiyê de nirxandiye.
Herwiha Erdogan gotiye, wê piştî tayînkirina balyozan jî pêwendiyên wan ligel Îsraîlê bileztir bipêş bikevin û dixwazin bi rêzgirtina hesasiyetên dualî hevkarî û dîyaloga xwe bipêş bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin