Bi sîlih êrîsê qeymeqamê Rewandizê kirin

Bi sîlih êrîsê qeymeqamê Rewandizê kirin

PeyamaKurd – Qeymeqamê Rewandizê Ahmed Qadir çû taziya malbatekî li Soranê û kesekî bi sîlih êrîşê wî kir. Li ser mijarê rêvebirê Soranê Helgurd Şêx Necîb daxwuyanî da û got:

“Êrîşa ser Ahmed Qadir ne tenê ya ser wî ye, weka hukumet û rêvebirî êrîşa ser me ye jî. Çi pêwist be, wê di derbarê êrîşkeran de bêkirin.

Ahmed Qadir di êrîşê de birîndar nebû û piştî bûyerê got ku rêvebirê serbixwe yê Soranê çi pêwist bû, got. Tiştekî cuda ku ew bêje tine.

Birayê kesê êrîşker Himdad Mistefa ji bo Rûdawê ragihandiye ku êrîş bi armanca kuştinê hatiye kirin. Malbata qeymeqam 32 sal berê bavê Himdad Mistefa kuştine û di navbera her dû malbatan de dijminahî heye.

Rêvebirîya Soranê di derbarê bûyerê de lêpirsînê daye destpêkirin û heya niha êrîşker nehatiye girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin