Tîmeke Hevpeymaniya Navdewletî bi Wezareta Pêsmerge re civiya

Tîmeke Hevpeymaniya Navdewletî bi Wezareta Pêsmerge re civiya

PeyamaKurd – Tîmeke şêwirmendî ya payebilind a serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî bi Wezareta Pêşmerge re civiya û di civînê de tekezî li ser pêşvebirin û serxistina zêdetir a proseya çaksazî ya li wezaretê kirin.

Wezareta Pêşmerge diyar kir; şêwirmendên payebilind ên wezaretê Lîwa Rukn Bextiyar Mihemed û Emîd Rukn Hejar Umer pêşwazî li Cîgirê Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Hevpeymaniya Navdewletî Colonel Tad Boros kirin.

Wezaretê da zanîn, di civînê de pêşveçûnên herî dawî yên proseya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge hat gotûbêjkirin û her du alî bi girîngî li pêşketinên vê proseyê dinêrin.

Şêwirmendên Wezaretê pesnê rola şêwirmendên serbazî yên Hevpeymanan dan di pêşketin û rêkxistina Pêşmerge de, herwiha hêviya xwe anîn ziman ku ev hevkarî û hemahengî werin berfirehkirin û berdewamiya wê hebe.

Hat eşkerekirin ku behsa metirsiyên niha yên terorîstan hate kirin, ji bo vê yekê jî şêwirmendên Hevpeymanan wê hevkarî û alîkariya ji bo Pêşmerge bidomînin, li ser parastina aramî û asayîşa navçeyê û têkbirina hemû terorîstan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin