Ji CNNê îddiaya Biden û operasyona bejayî

Ji CNNê îddiaya Biden û operasyona bejayî

PeyamaKurd - CNN International raporek weşand û îdia kir ku Serokê Amerîkayê Joe Biden zextê li Îsraîlê dike ku operasyona bejayî ya li Gazzeyê paşve bixe da ku dîl bên berdan. 

Çavkaniyek ji CNN International re got: "Rêveberiyê zext li serkirdayetiya Îsraîlê kir ku ji ber pêşkeftinên li eniya rehîneyan paşde bixe." 

Hamasê do du dîlên Amerîkî serbest berdan. 

Dîplomatekî ku tê gotin di derbarê muzakereyên rehîneyê yên bi navbeynkariya Qeterê de agahiya wî heye, got, mijarên misogerkirina ketina alîkariyên mirovî bo Gazzeyê û danîna agirbesteke demkî ya ji bo derketina dîlan hatin gotûbêjkirin. 

Di rojnameya The Observer de nûçeyeke din a li ser zextên Amerîkayê yên li ser Îsraîlê hat weşandin. Di nûçeyê de hat ragihandin ku Waşîngton zextê li Îsraîlê dike ku ji Hizbullahê re eniyek venebe û şer ber bi Îranê ve neçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin