PeyamaKurd – Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) do xalên PKKê yên li Çemçemalê bombebaran kirin.
Qaymeqamê Çemçemal Remek Ramazan da zanîn, êrîşa hewayî li gundê Seydan ê girêdayî navçeya Qerehencirê hatiye kirin.
Hat ragihandin, di êrîşê de kesek birîndar bû rakirin nexweşxaneya Çemçemalê.
Herwiha hat eşkerekirin, ambûlans hatine cihê bûyerê.
Herî dawî eşkere kirin, di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne, lê derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin