CHP li dijî belgeya ‘Reformên Darazê’ ya Erdogan derket: Komediya Serayê…

CHP li dijî belgeya ‘Reformên Darazê’ ya Erdogan derket: Komediya Serayê…

PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Komariya Gel (CHP) Faîk Oztrak, îro înê li ser ‘Belgeya Stratejiya Reformên Darazê’ ku doh (30 Gulan 2019) ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû eşkerekirin daxuyanî da.

Oztrak bal kişand ser girtina rojnamevanan û herî dawî bi daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump serbest berdana hemwelatiyê amerîkî û got, “Ne mimkun e ku em fêm bikin, bê ew dadger û baroyên çepikan ji komedyaya serayê re didin xizmeta çi dikin.”

Erdogan bêyî li ser kiryarên girtin û îşkenceyan ên bi taybet li ser derbirina ramanê ku bi destê desthilatiya AKPê pêk hatine xwe rexne bike, li ser xalên cîbicîkirina edalet û darazê belgeya ‘Stratejiya Reformên Darazê’ eşkere kiribû ku hiqûqnasên tirk jî vê rexne dikin.

Erdogan ‘Stratejiya Reformên Darazê’ eşkere kir: Êdî wê girtina kesan ne hêsan be...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin