Di Googleyê de herî zêde amerîkiyan Kurd meraq kirin

Di Googleyê de herî zêde amerîkiyan Kurd meraq kirin

PeyamaKurd - Li gorî daneyên mezintirîn motora lêgerînê ya Cîhanê Googleyê, welatê ku herî zêde kurd meraq kiriye Amerîka ye.

Mezintirîn motora lêgerînê ya înternetê ya Cîhanê Google daneyên xwe yên sala 2019an aşkera kirin. Li gorî van daneyan welatê ku herî zêde Kurd meraq kiriye û li wan geriyaye Amerîka ye.

'Bikarhînerên Googleyê herî zêde xwestin hîn bibin bê Kurd kî ne'

Peyva “Kurds (Kurd)" di Cîhanê de herî zêde li Washingtonê populer bûye. Piştî Washingotnê eyletên wekî Yonkers, Los Angeles, Chîcago, Phîladelphîa, New York, Toronto, Sydney, Londra, Melboûrne û Stenbol tên. 

Di lîsteyên pirsên ku li ser Google hatine kirin de  herî zêde “Turkey Kurds” (Kurdên li Tirkiyê) derketiye pêş û di pey de jî “Who are the kurds” (Kurd kî ne?).

'Di 2019an de herî zêde Kurd, Kurdistan û Rojavayê search kirin'

Li gorî salên borî, di sala 2019an de gelek kesan li ser înternetê li peyvên mîna Kurd, Kurdistan û Rojava geriyane û xwestine derbarê kurdan de bibin xwedan agahî. Ev rêje ji salên borî gelek zêdetir e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin