Baroya Diyarbekirê ji bo Ümit Özdag sûc ragihand

Baroya Diyarbekirê ji bo Ümit Özdag sûc ragihand

PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê ji bo serokê giştî yê Partiya Zaferê Ümit Özdağ sûc ragihand. Naveroka ragihandina sûc ya ji bo Özdağ ew e ku di derbarê hilibjêrên partiyên HDP ê YSP ê gotiye ‘qatil’ û ‘ji çiya daketine’ .Özdağ bi van gotinan ‘beşekî ji civakê kêm xistiye’ û ev jî sûc e. Baro, di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Twitterê de got:

“Di derbarê serokê giştî yê Partiya Zaferê de di wexta kirina hilbijartinan de, bi sedema ji bo hilbijêrên HDP ê û YSP ê de gotiye ‘qatil’ û ‘ji çiya daketine’, di çarçova xala qanûn de ku ‘Qismekî ji xelkê kêm xistiye’ de, ji bo serdozgeriya Diyarbekirê sûckirinê ragihanye.”

Do, Ümit Özdağ li Îstenbolê li Kartalê dema ji ber stenda YSP ê derbas dibe gotiye “Binêre ka kî li vê derê ye; kesên ji çiya daketine bajêr hene”.

Özdağ her weha di ser hesabê xwe yê medya civakî de ya di 11 ê nîsanê de gotiye; “Min li Umraniye stenda HDP-YSPê ziyaret kir. Di stendê de kes tine, dibe ku derketibin çiya.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin