PeyamaKurd - Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd dema birêveçûna Forûma Navnetewî ya Stratejiya Dadgehkirina Terorîstên DAIŞê ku doh li bajarê Qamişlo destpê kir û îro jî berdewam dike ragihand ku bi hezaran terorîstên DAIŞê yên ne ji Sûrî li cem wan girtî ne, lewma ew pir girîng dibînin ku dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê bo wan terorîstan were avakirin.
Nûrî Mehmûd got ku heta vê gavê jî ti planeke civka navdewletî bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên li ba wan in, nîne.
Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd got: “Hejmareke bi zelalî em rabigihînin tune ye, lê em dikarin bibêjin derdora 10 hezar teroristên DAIŞî yên ne Sûrî di destê me de hene. Bi me divê ew terorist di dadgeheke navnetewî de bêne dadgehkirin çimkî piraniya wan teroristên navnetewî ne.”
Mehmûd diyar kir ku metirsiya wê yekê heye ku ji nû ve DAIŞê xwe ava bike û diyar kir: “Heta niha çi stratejiyeke navnetewî ji bo dadgehkirina wan nîne. Her çend pirojeyên biçûk hebin jî ew yek nayê wateya ku ew xwedî stratejiyekê ne ku ligel teroristan miameleyê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin