PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin kontrola Rêveberiya Xweser, di 24 saetên borî de, 6 kes ji vîrusa koronayê mirin û 113 kesên din jî pê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên borî de 6 kes bi Koronayê mirine ku 4 mêr li Dêrik, Amûde, Dêrazor û Tebqayê û 2 jin li Heseke û Qamişlo ne.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê da xuyakirin, 113 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine jî 25 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 16 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Dêre Zorê, 5 kes li Şehbayê, 17 kes li Kobanî, 24 kes li Tebqayê, 1 kes li Minbicê û 9 kes li Reqayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku di nav 24 saetan de 25 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê hatine gihîşt 6 hezar û 591 kesan, hejmara mirinan bû 176 kes û 957 kes jî baş bûne.
Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser ji ber zêdebûna pêketinên koronayê doh 21ê Mijdarê qedexeya 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihandibû ku roja 26ê vê mehê dest pê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin