Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê 150 leskerên Hollandî tê parastin

Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê 150 leskerên Hollandî tê parastin

PeyamaKurd – Ji bo parastina Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, 150 şêwirmendên leşkerî yên Hollandî, li balafirxaneyê bi cih dibin. Serokê Tîma Şêwirmediyê ya Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê diyar kiriye, bi hevkarî û hevahengiya ligel hêza Pêşmerge, binkeya serbazî ya Hevpeymanan li Balafirxaneyê diparêzin.

Li gor Berpirsê Hevahengiyê yê Hêzên Holanda li Hewlêrê Worner Berwar ji K24ê daye zanîn: “Berî 3 hefteyan hatin Hewlêrê. Erkê me parastina  binkeya leşkerî ya li firokxaneyê ye. Hevahengiya me ya baş bi Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên din re hene. Herêma Kurdistanê cihekî ewle û aram e, lê em amadekariyê ji bo her egerekê dikin.”

Çend roj in 150 şêwirmendên leşkerî yên Hollandî gihîştine Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê. Ew li ser çend tîman hatine dabeşkirin û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hevahengiyê ligel wan dikin. 25 leşkerî jî wek tîma hevkariyê hatin erkdarkirin û hevkariyên lojistîkî pêşkêşî wê hêzê dikin.

Serokê Tîma Rawêjkarê Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê Klein Schaarsberg‎ destnîşan kiriye: “Niha 150 leşkerên me li Herêma Kurdistanê hene, erkê wan parastina binkeyê leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ye. 25 leşkerî jî wek tîma hevkariyê hatin erkdarkirin û hevkariyên lojistîkî pêşkêşî wê hêzê dikin. Hejmarek serbaz jî erk rahênankirinê bi hêza Pêşmerge dikin.”

Balyozê Hollandayê yê li Kurdistanê Michael Rentinar serdana Balafirxaneya Hewlêrê kir û diyar kiriye: "Ji bilî warê leşkerî, di warê geşepêdana aborî û bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Kurdistanê de pilan û hevkariyên me yên baş ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê hene"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin