PeyamaKurd- Nûçeyên di derbarê baregehên Îranê yên li Sûriyê ku li gorî îddayan hatibûn hedefgirtin, ji aliyê Îranê ve hatin redkirin.
Ajansa Îranî ya bi navê Tasnimê îdda kir ku di êrîşa li Heleb û Hamayê de, ti baregehên Îranê nehatine hedefgirtin û ti leşkerên wan jî nehatine kuştin.
Du bi şev li Heleb û Hamayê du baregehên leşkerî hatibûn hedefgirtin û 26 leşker hatibûn kuştin û 40 jî birîndarkirin. Lêbelê heta niha ti kesî ev êrîş negirtiye ser xwe. Li gorî Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ev êrîş ji aliyê Îsraîl ve hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin