Rûsyayê îdiayên piştgiriya leşkerî ya bo Îranê red kir: Ev nûçe derew in

Rûsyayê îdiayên piştgiriya leşkerî ya bo Îranê red kir: Ev nûçe derew in

PeyamaKurd - Kremlinê (hikûmeta Rûsyayê) bi awayekî kategorîk îdiayên ku dibêjin Moskow wêneyên satelîtê û teknolojiya pêşketî ya dronan dide Îranê, red kirin. Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov, raportên çapemaniya Amerîkî wekî “bêbingeh” û “derew” pênase kir.

Rapora WSJ: “Rûsya agahiyên dide Tehranê”

Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) roja Sêşemê (17ê Adarê) raportek weşandibû û îdia kiribû ku Rûsyayê hevkariya xwe ya îstîxbaratî bi Îranê re berfireh kiriye.

Di raportê de hatibû gotin ku Moskow bi armanca zêdekirina kapasîteya Îranê ya ji bo hedefgirtina baregehên Amerîkî, wêneyên satelîtê yên demrast (real-time) dide Tehranê. Her wiha hat îdiakirin ku Rûsya ezmûnên xwe yên taktîkî yên ji şerê Ûkraynayê, bi taybetî li ser bikaranîna dronan, bi Îranê re parve dike.

Îdiayên li ser Hedefgirtina Baregehên Amerîkî

Li gorî raporta WSJyê, daneyên ku Rûsya bi rêya pergalên xwe yên peykê (satelît) peyda dike, rê dide Îranê ku bi awayekî rasttir baregehên leşkerî yên Amerîka û hevalbendên wê yên li Rojhilata Navîn hedef bigire. Analîstên leşkerî diyar dikin ku di demên dawî de rastbûna êrîşên Îranê li herêma Kendavê zêde bûye û Tehran taktîkên “barkirina sîstemên parastinê bi dronan” bi kar tîne, ku ev rêbaz li kraynayê ji aliyê Rûsyayê ve tê bikaranîn.

Washington: “Operasyonên me bandor nebûne”

Washington: “Operasyonên me bandor nebûne”

Tevî van îdiayan, Qesra Spî diyar kir ku hebûna piştgiriyeke biyanî ya muhtemel ne rûye sedem ku bandora operasyonên Amerîkayê kêm bibe. Rayedarên Amerîkî ragihandin ku wan heta niha zêdetirî 7,000 êrîş li dijî hedefên Îranî pêk anîne û zêdetirî 100 keştî û milkên deryayî yên Îranê ji holê rakirine. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser mijarê axivî û got ku ew difikire Rûsya dibe ku “hinek piştgiriyê” bide Îranê, lê ev yek serkeftina artêşa Amerîkayê ranewestîne.

Xetereya berfirehbûna şer

Pisporên siyasî hişyar dikin ku kûrtirbûna hevkariya leşkerî ya di navbera Rûsya û Îranê de dikare şerê li Rojhilata Navîn dirêj bike. Ev rageşî ne tenê hevsengiyên herêmî, lê peywendiyên global ên di navbera Washington û Moskowê de jî bêtir aloztir dike.