Li Gurcistanê hez li erdê ket: 11 kes can dan

Li Gurcistanê hez li erdê ket: 11 kes can dan

PeyamaKurd – Li Gurcistanê li bajarokê tatîlê yê bi navê Şovî di encama erdhezê de11 kes mirin, li herêmê lêgerîn û rizgarkirina mirovan dewam dike û li ser bûyerê hukumet şîna netewî îlan kir.

Li Gurcistanê bajarokê Şovî li ser herêmên Raça-Leçkhumi û Kvemo Svaneti ye. Wezareta karên hundir ya Gurcistanê bi nivîskî ragihand ku piştî heza li Şoviyê ket, 2 roje ku xebata rizgarkirinê û lêgerînê dewam dike.

Wezaret got ku bi desteka helîkopteran 400 kesên tîma rizgarkirin û lêgerînê xebata xwe dewam dike û heya niha gihane bedena bê giyan ya 11 kesan.

Serokwezîrê Gurcistanê İrakli Garibaşvili xebatên tênkirin li ciyê bûyerê dişopîne û bi sedema candana 11 kesan roja 7 ê Tebaxê wek roja netewî ya şînê ragihand.

Serokwezîr Garibaşvili ragihandi ku 210 kes hatine rizgarkirin û wan birine ciyên bi ewle û dixebitin da xwe bigihînin 30 kesên wendayî.

Li Şoviyê bi sedema erdhezê pir xerab bûn, rê xesaretê dîtin û telefon hatin birin. Tenê dikarin bi helîkopterê xwe bigihînin herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin