Baregayê Barzanî besdarî li tevdîrên Covid-19ê dike

Baregayê Barzanî besdarî li tevdîrên Covid-19ê dike

PeyamaKurd - Baregayê Barzanî di çarçoveya tevdîrên li hember vîrusa koronaya nû (Covid19) de biryarek da û ew biryar li ser hesabê facebookê hat belavkirin.

Baregayê Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê bi daxuyanîke diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên li dijî nexweşiya Covid-19ê îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û ji dayikbûna cenabê Barzaniyê Nemir neyên encamdan.

Tevahiya Daxuyaniyê wiha ye:

Bi sedema wê rewşa taybeta piştî belavbûna virusa corona li navçeyê û welatên dewrubera Iraqê û hinek cihên cîhanê hatine holê û bi navê parastina tendirustiya giştî ya xelkê, me pê başe ku îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û ji dayikbûna cenabê Barzaniyê Nemir neyên encamdan.

Ji bilî spasiyên me yên ji bo hest û soza cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê, lê belê tendirustiya hemwelatiyan li hemû tiştekê girîngtire.

Baregayê Barzanî
26.02.2020

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin