PeyamaKurd – Li bajarê Mûş a Serdehê agir bi bodroma apartmanekî ket û Îtfaiye karibû di wexteka kurt de 25 kesan rizgar bike. Agir di wexta ku sîstema kalorîferê dihuhertin, dikirin ya xaza xwezayî derket lê rûniştvanên apartmanê di nav dûmanê de man û hindik mabû tev bifetisin.
Bûyer piştî nîvro seet di 14.00an de li hemberê Parka Ataturk de çêbû. Rûniştvanê apartmanê xwe ji pencere û balkonan de nîv derxistin derve û ji kesên dora xwe hawarê xwestin.
Li ser hawarê îtfaiye û tîmên tenduristiyê xwe gihandin ciyê bûyerê û agir vemirandin û hem her 25 kesan ji apartmanê derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin